[LMdK newsletter] Hejmara Le Monde diplomatique kurdî (LMD-Kurdî) ya
Hejmara Le Monde diplomatique kurdî (LMD-Kurdî) ya çiriya pêþîn derket
<
http://www.lemonde-kurdi.com/sites/default/files/lmdk-logo.jpg>
Le Monde Diplomatique kurdî ji aliyê Independent Kurdish Media Group GmbH ve
tê weþandin
info

ä

t

lemonde-kurdi.com <mailto:info

ä

t

lemonde-kurdi.com/>
www.lemonde-kurdi.com <
http://www.lemonde-kurdi.com/>
Facebook <
http://www.facebook.com/le.monde.diplomatique.kurdi>
Twitter <
http://twitter.com/lemonde_kurdi>
Hejmara nû derket
Kampanyaya abonetîya LMD-Kurdî dewam dike.
Rojnameya kurdî ya mehane Le Monde diplomatique kurdî (LMD-Kurdî), bi
hejmara xwe ya 11. derket pêþ xwendevanan. Xwendevanên rojnameyê dikarin
hejmara nû li firoþgehên navendî yên Ewropayê bi dest bixin. LMD-Kurdî, li
Almanya, Fransa, Belçîka, Holanda, Îngiltere, Swêd, Awusturya, Danîmarka,
Norwec û Swîsreyê tê belavkirin û dê di demeke nêz de li van welatan
Kurdistan û Tirkiye jî bê zêdekirin. Di vê hejmarê de jî dîsa nivîsên ji hev
balkêþtir yên li ser rojeva polîtîk û civakî ya Kurdistan û cîhanê cîh
digirin. Hin nivîs û nivîskarên rojnameyê ku rûpelên vê mehê xemilandine
weha ne:
Di nivîsa Prof.Dr. Ferhad Îbrahîm a bi navê ''Osmanîzma Nû'' de li ser
''Siyaseta Turkiyeyê ya Rojhilata Navîn'' tê sekinandin. Nivîskar, di nivîsa
xwe de cîh dide têkiliyên Tirkiyeyê yên salên dawîn û siyaseta herêmî ya
Turkiyeyê bi rengdêrên ''çalak û aktîv'' dinirxîne. Ferhad Îbrahîm, herweha
Turkiyeyê wek aktoreke ku li herêmê bûye cihê baweriyê dinirxîne û di
çareserkirina nakokiyên herêmî de balê dikiþîne ser rola navbeynkarî û
hewldanên Turkiyeyê. Di vê çarçoveyê de, nivîskar li ser têkiliyênTurkiyeyê
yên bi dewletên cîran re jî disekine û herweha rola PKK û AKP'yê bi analîzên
watedar pêþkêþî xwendevanan dike. Nivîskar û lêkolînerê kurd, siyaseta
Turkiyeyê ya nû weke "Osmanîzmeke nû" bi nav dike û nîþan dide ku Turkiye
dixwaze bi awayekî nû li herêmê rola Osmaniyan ya kevn bi dest bixe.
Di nivîsa hiqûqnas Riza Dînç de, ku bi sernivîsa, ''Ji Referandûmê ber bi
Vebûnê ve'' hatiye nivisandin, tê gotin ku, AKP û BDP encamên referandûmê
cuda dinirxînin. Dînç, encamên referandûmê bi perspektîveke kurdewarî
dinirxîne, bi îstatîstîk û rêjeyên hilbijêran yên bajaran, bi nêrîneke
þîroveyî û analîtîk li ser babetê kûr û hûr dibe û destnîþan dike ku mirov
dikare encamên referandûma 12'ê îlona bihurî bi gellek awayan bixwîne.
Nivîskar, herweha li ser helwesta boykotê ya BDP'yê jî disekine û dixwaze
encamên referandûmê bi awayeke gelemperî pêþkêþî raya giþtî ya Kurd bike.
Di vê hejmarê de nivîseke din ku li ser Kurdan hatiye nivîsandin jî ew e ku,
ji arþîva Le Monde Diplomatique versiyona fransî, ji Jean Pierre Viennot
hatiye girtin, ku bi navê ''Kurdistan û milletekî parçekirî'' nivisandiye.
Ev nivîsa ku sala 1970'yê hatiye çapkirin li ser rewþa Kurdên bakurî
disekine û nîþan dide bê li Turkiyeyê siyaseteke çawa li dijî Kurdan tê
meþandin. Nivîskar û lêkolînerê fransî, di nivîsa xwe de behsa bûyera 49'an
jî dike û balê dikiþîne ser ku Turkiyeyê ji bo çewisandina tevgera Kurdan,
tim berê xwe daye rewþenbîr û entellektuelên kurd û mînakê dide ku sed
rewþenbîrên kurd di nava kîsên devgirtî de avêtine nava Gola Wanê.
Nivîskarê Kurd Kejo Bajar jî rûpela rojnamê ya ''Kultur-Polîtîk'' bi
nasandina hin berhemên kurdî dagirtiye. Pirtûkên ku Bajar dayî nasandin weha
ne: Birîna Reþ (Musa Anter), Beytik (Yeqîn. H) û Tofan (Hesenê Metê).
Ji bilî van nivîsan, nivîs û nivîskarên din ku di vê hejmarê de cîh digrin
weha ne:
Serge Halimi: Têkoþîna me (Halimi, di vê nivîsa xwe de qala wê yeke dike ku
ka çawa xwendekar li rojnameya LMD xwedî derdikevin)
Janette Habel: Gelo li Kubayê rota tê guhertin? (Li ser guhertinên piþtî
Castro tê sekinandin)
Jean Paul Hébert-Philippe Rekacewicz: Ji bo bêhtir kuþtinê bêhtir aqil
(Nivîskar, di pêvajoya dîrokê de têkiliya çekdarîbûn û þerran dide ber hev)
Renaud Lambert: Çar canên modela Îrlandî (Nivîskar, li ser wê yekê disekine
ku ka Modela Îrlandî çawa di qeyrana aborî de têk çû)
Matthew Reiss: Koreya Baþûr, li deryaya Çînê devê pireya þerr a stratejiya
amerîkî (Qala stratejiya Amerîka ya li ser Koreya Baþûr tê kirin)
Georges Lefeuvre: Çend pirsiyar bo dîrokê ji bo derketina ji aloziyeke
herêmî (Li ser rewþa dîrokî û civakî ya Afganîstanê tê sekinandin)
Vladîslav Înozemtsev: Ji Perestroykayeke gellekî kurt ber bi Pûtînîzmeke
bêdawî ve(Piþtî hilweþandina Sowyetê li ser pergala ku Putîn dayî
rûniþtandin tê sekinandin)
Alain Gresh: Dewletek ji bo du xewnan (Di nivîsê de tê pirsin ka gelo ji bo
çareseriya meseleya Filîstîn û Îsraîlê dewleteke dê maqûl be an na)
Klavdic Sluban: Rojhilatê Rojhilatê ( Di vê nivîsê de nivîskar qala
çavdêriyên seyaheteke ku ji Baltikan heta Çînê hatiye kirin dike)
.........
LMDK weha bangî xwendevanên xwe dike û kampanyaya abonetiya belaþ bi bîra
wan ve dixe:
Xwendevanên hêja, weke ku me meha borî dabû aþkerekirin, kampanyaya Le Monde
diplomatique kurdî ya ji bo xwendevanan hîn berdewam e û ew kesên ku
navnîþana xwe bi rêya info

ä

t

lemonde-kurdi.com bigihînin me, em ê hejmarên
îlon, cotmeh û sermawezê ji wan re bi awayekî bê pere biþînin. Herweha ew
kesên ku gilî û gazindan dikin, ku rojnameyê li firoþgehan nabînin jî,
dikarin zor bidin bayîyan da ku daxwaza rojnameyê peyda bikin. Ew kesên ku
dixwazin bêpirsgirêk û her meh bi awayekî bi rêk û pêk rojnameyê peyda
bikin, divê ji abonetiya normal an jî ya dijîtal sûd wergirin. Rojnameya Le
Monde Diplomatique kurdî, di dawiya sala derbasbûyî de dest bi weþana xwe
kiriye û berhema yekem ya IKMG'yê ye (International Kurdish Media Group).
Navenda IKMG'yê li paytexta Almanyayê, Berlinê ye û hewl dide ku di siberojê
de hejmara berhemên xwe zêde bike.
IKMG weke felsefeya weþanê têgihiþtin û helwêsta kurdewarî daniye ber xwe û
dibêje "her tiþt bi kurdî xweþ e"...
Bi silav û rêz
Redaksiyona Le Monde Diplomatique-Kurdî
www.lemonde-kurdi.com
Facebook:
http://www.facebook.com/le.monde.diplomatique.kurdi
Twitter:
http://twitter.com/lemonde_kurdi
Unsubscribe from this newsletter
<
http://www.lemonde-kurdi.com/newsletter/confirm/remove/a4df461bc8505t203>